Serokwezîr li gel şandeke dezgeha San Marîtan Perez civiya

dezgeha han berdewam dibe li ser kar û çalakiyên xwe.
کوردستان TV
100%

Di civînê de behsa kar û çalakiyên saziya han hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke dezgeha xêrxwaziya San Marîtan Perez ya Amerîkî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 5ê Tîrmeha 2021an me pêşwaziya şandeke dezgeha xêrxwaziya San Marîtan Perez ya Amerîkî kir.

Di civînê de şanda mêwan bi awayeke kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên xêrxwazî kir ku ev çend sale karên xêrxwazî û hawar hatinê li herêma Kurdistanê û deşta Nînowayê dike.

Şanda mêwan behsa vê yekê kir û saziya wan berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina projeyên curbicur li herêma Kurdistanê ku bi serfirazî ve bûye navenda bihevre jiyana aştiyane li deverê de û herwiha bûye wargeheke aram bo aware û penaberan.

Her di heman civînê de me jî spasiya piştîvanî û hevkariyên saziya han kir ku di demên cuda projeyên xêrxwazî li herêma Kurdistanê cîhbicîh kiriye û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.