Bazirganî jî di operasiyonê de hatiye girtin.
Birêveberatiya polîsê parêzgeha Silêmanî daxuyaniyek weşandiye û têde behsa girtina bazirganeke metirsîdar ya madeyên hişber û girtina zêdetir ji 100kg madeya hişber ya Îroînê kirine.
Li gor daxuyaniya han, îro duşem hêzên polîs operasiyonek lidar xistine û di operasiyonê de kesek ku xelkê Kerkûkê ye û bazirganekî madeyên hişbere hatiye girtin.
Di dema girtinê de bi giştî 106 kg madeya hişber ji cureya îroînê li cem bazirganê han bûye û dest li ser hatiye danîn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin