Serokê herêmê li gel balyozê nû yê Rûsyeyê civiya.
Îro duşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel balyozê nû yê Rûsyeyê yê li Îraqê Elbrus Kutrashev û şanda pê re civiya.
Di destpêka civînê de Serokê herêma Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî balyozê nû yê Rûsyeyê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Her di heman civînê de her du aliyan behsa xwesteka welatên xwe ya bo pere pêdana têkiliyan di navbera Rûsye û Kurdistanê de diyar kir.
Di berdewamiya civînê de balyozê nû yê Rûsyeyê yê li Îraqê Elbrus Kutrashev ecîbmayî bûna xwe ya li hember pêşkeftin û prosesa avedan kirinê li Kurdistanê diyar kir û behsa vê yekê kir ku, wezareta derve ya Rûsyeyê girîngiyeke taybet bi doza Kurd dide û anî ziman ku Kurdên li Rûsyeyê di nava gelek kert û warên curbicur li Rûsyeyê de xwedan roleke girîng û çalakin.
Ji bilî hilbijartinên pêşwext û rewşa Îraqê bi giştî, Korona, prosesa vaksîne kirina dijî Korona û rewşa Sûriyeyê mijarên din yên vê civînê bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin