Îro zêdetir ji 700 kesên din bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên nû yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor amarên ku ji aliyê wezareta tendirostî ve hatine weşandin, di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê de bi giştî 723 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 286 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 549 berketiyên berê jî baş bûne û 6 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin