Jiber germiya zêde canê xwe ji dest dane.
Li gor jêderên çapemeniya cîhanî, jiber zêde bilind bûna pileyên germiyê li Kanadayê heta niha 130 kes canê xwe ji dest dane.
Jêderên çapemeniyê diyar kirine ku bi tenê di nava du rojan de li eyaleta British Columbia zêdetir ji 100 kesan ku piraniya wan jî kalin jiber zêde bûna pileya germiyê canê xwe ji dest dane.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku germiya heyî ya li Kanadayê esfalta nava cadeyan jî helandiye.
Dezgehên fermî yên Kanadî jî diyarkirine ku termometrên li vê welatî pileya germiyê li ser 49.9 nîşan dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin