Nêzî 4 miliyon kes ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawî yên taybet bi Koronayê li seraserê cîhanê heta niha nêzî 40 miliyon kesan jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawî yên ku ji aliyê zanîngeha Johns Hopkinsê hatine belav kirin, heta niha li seraserê cîhanê 3 miliyon û 932 hezar û 925 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li gor amaran hijmara herî zêde ya mirî û pêketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin û piştî Amerîkayê jî Brazîliya û pişt re jî Hindistan tê.
Niha cîhan dîsa rastî metirsiyeke din hatiye ku ev jî cureya nû ya Koronayê ye ku bi Delta tê nasîn û yekem car li Hindistanê hatiye dîtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin