Vê li gel rayedarên welatên Ewrûpî bicive.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ku duhê bi şev li gel şandeke bilind ya hikûmeta Îraqê ber bi Ewrûpayê ve birê ketibû, gehêşte Brûkselê.
Biryare Mistefa Kazimî di çarçoveya serdana han de li gel rayedarên Beljîka û hijmareke din ji berpirsên welatên din yên Ewrûpayê bicive û di civînan de behsa rewşa Îraqê were kirin.
Kazimî herwiha daxwaz ji welatên Ewrûpayê dike ku di warê avedan kirin û nûjen kirinê de hevkariya Îraqê bikin û têkiliyên xwe yên li gel Îraqê bihêztir bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin