Wezîrên derve yên her du aliyan li Romayê civiyane.
Li gor çapemeniya Siûdî wezîrê derve yê Siûdiyeyê Feysel Bin Ferhan li bajarê Matîra ya Îtaliyayê li gel wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken civiyaye.
Di civînê de her du alî behsa hevkarî û hemahengiya navbera Amerîka û Siûdiyeyê û rûbirû bûna hevbeş ya hewldanên Îranê yên bo destwerdanî kirin di rewşa deverê de kirine.
Herwiha her du aliyan nîqaş li ser hevkarî û piştîvaniyên darayî û locistîkî yên Îranê yên bo çekdarên Hûsî li Yemenê jî kirine û tekez li ser vê yekê kirine ku bo rûbirû bûna Îranê lazime hemahengî û hevkariya navbera xwe bihêztir bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin