Heşda şebî daxwaza lez kirinê dike

dibêje mafê me yê tole stendinê heye.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje bila bilez hêzên Amerîkî jî Îraqê derkevin.

Serokatiya desteya koma çekdar ya heşda şebî, îro sêşem li Bexdayê merasîmek bo veşartina kuştiyên xwe organîzekir.

Di merasîmê de berpirsên Heşda şebî bi awayeke raste rast gef li Amerîkayê kirin û ragihandin ku mafê wan yê tole stendinê ji wan re veşartiye.

Berpirsên heşda şebî herwiha diyar kirin ku lazime hêzên Amerîkî li Îraqê nemînin û bo vê yekê jî lazime lez were kirin.

Weke tê zanîn roja 27ê Hezîranê di encama êrîşeke hêzên Amerîkî bo ser çekdarên heşda şebî li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê de hijmareke çekdarên heşda şebî hatibûn kuştin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.