Nameya dev jikar berdane daye Serokwezîr.
Li gel hatina demsala havînê û bilind bûna pileya germiyê li Îraqê, dema pêdana elektirîka giştî yaku li Îraqê bi elektirîna nîştimanî tê nasîn, bi welatiyan gelek kêm bûye û ew yek jî bûye sedema nerazîbûna welatiyan.
Her di vê çarçoveyê de duhê Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir daxwaz kiribû ku wezîrê elektirîkê yê Îraqê dev jikar berde.
Li gora zaniyariyên berdest, îro wezîrê elektirîkê yê Îraqê Macid Hentûş dev ji kar berdaye û nameya dev jikar berdanê jî radestî Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin