Avustiraliya û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyoza Avustiraliyayê li Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro sêşem 29ê Hezîrana 2021an me pêşwaziya Balyoza Avustiraliyayê li Îraqê Paula Ganly kir.
Di civînê de me giftûgo li ser rewşa Îraqê bi giştî û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Avustiraliyayê kir û tekez li ser girîngiya geşe pêdana hêlbirîna Avustiraliyayî li herêmê û hevkarî kirina bernameya reforman ya hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pir reng kirina çavkaniyên dahatê de kir.
Rewşa kempên penaber û awareyan li herêma Kurdistanê û derfet afirandin bo vegera dilxwazana bo deverên xwe mijareke din ya civîna me bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin