Welatiyekî din yê Kurd hate girtin

sedema girtina wan ne diyare.
کوردستان TV
100%


Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin.
Li gor nûçeyeke navenda Hengawê, roja yekşem ya vê heftê, hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê, li gundê Şawane ya ser bi bajarê Şino, bi ser mala welatiyek bi navê Reza Îzettac de girtine û bêyî nîşandana ti belgeyeke destûrî û diyar kirina sedema girtinê, nav hatî binçav kirine û bi cîheke nediyar veguhastine.
Hengawê diyar kiriye ku di eynî rojê de li heman gund operasiyoneke din hatiye lidarxistin û welatiyeke din bi navê Şoreş Mehmûdiyan jî ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye binçavkirin.
Hengawê diyar kiriye ku heta niha sedemên girtina wan welatiyan û çarenivîsa wan nediyarin û rixmî hewldanên malbetên wan lê aliyên têkildar derbarê zarokên wan de ti zaniyarî nedane.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.