Fermandarekî koma çekdar ya Seraya Selam hate kuştin

nasnameya êrîşkaran nediyare.
کوردستان TV
100%

Li Bexdayê ji aliyê çekdarên nenas ve hatiye kuştin.

Jêderên ewlekarî yên li Bexdayê ragihandin ku direngiya şeva derbasbûyî li taxa Resale ya li Bexdayê çend çekdarên nenas êrîşî ser Fermandarê koma çekdar ya Seraya Selam ya ser bi tevgera Sedir, Nesîr Ebû Red kirine.

Çavkaniya han diyar kiriye ku Nesîr di encama êrîşê de dem û dest canê xwe ji dest daye û nasnameya êrîşkaran jî nehatiye zanîn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.