Amerîka: Armanca me sînordar kirina aloziyane

dibêje emê bo parastina hêz û hevpeymanên xwe her rêbazek bikar tînin.
کوردستان TV
100%

Koşka spî derbarê êrîşên ser heşda şebî daxuyanî daye.

Koşka spî ya Amerîkayê derbarê êrîşên esmanê yên du roj beriya niha yên Amerîkayê ên bo ser çekdarên heşda şebî li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku êrîş bi fermana raste rast ya Serokê Amerîkayê Jeo Biden pêk hatiye û armanc ji êrîşa han parastina welatî û hêzên Amerîkî û hevpeymanên Amerîkayê yên li deverê û herwiha sînordar kirina wan aloziyane ku ji aliyê çekdarên ser bi Îranê ve li deverê de têne çêkirin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di encama êrîşa han de cebelxane û navenda ku balefirên bêpîlot yên Îranî bikar tîne hatine wêrankirin jixwe armanca serekî ya êrîşan jî ew bûye.

Koşka spî ev yek bi eşkere diyar kiriye ku Amerîka bo parastina hêzên xwe yên li derve û hevpeymanên xwe vê re cure rêbazek bikar bîne.

Weke tê zanîn berbanga roja 27ê Hezîran Amerîka li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê êrîşî ser çekdarên heşda şebî kiribû ku di encam de çend çekdar hatibûn kuştin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.