Mûşekek di nava xaniyekê de ketiye erdê.
Li gor zaniyariyên berdest, berbanga îro şemî 26ê Hezîranê, bi çend mûşekan êrîşî ser Hewlêrê hatiye kirin.
Her çend heta niha aliyên têkildar derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedane, lê lêkolîn li ser êrîşê û çavkaniya êrîşê berdewamin.
Du ji wan nûşekan li geliya Gume Span ketine erdê ku ti zirarên wan nebûne, du mûşekên din jî li gundeke nêzî Hewlêrê bi navê Sêvele ketine û wan jî ti zirar li pey nebûye.
Herwiha mûşekeke din li heman gundê ber xaniyekê welatiyekî ketiye lê neteqiyaye û tenê zirarê bi xanî û du tirimbîlan gehêştiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin