Serokwezîr li gel balyozê Brîtanyayê civiya

dema pîwerdariya wî bi dawî hatiye.
کوردستان TV
100%

Dema pîwerdariya wî bi dawî hatiye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro çarşem 23ê Hezîrana 2021an me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê James Thronton jî têde beşdar bû, hêviya serkeftinê bo balyoz û Konsulusê Brîtanyayê xwest jiber bi dawî hatina erk û pîwerdariyên wan û me stayîşa hewlên wan yên bo pere pêdana têkiliyên navbera Brîtanya li gel Îraq û herêma Kurdistanê kir.

Balyozê Brîtanyayê piştîvaniya welatê xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser girîngiya berdewam bûna hevkariyên bo hêzên pêşmerge kir bo rûbirû bûna terorê.

Reformên hikûmeta herêma Kurdistanê, bi taybetî reformên wezareta pêşmerge û têkiliyên herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî û pêngavên xweparêziyê ji Koronayê û girîngiya hevkarî kirina herêmê bo dabîn kirina vaksîna Koronayê çend mijarên din yên civîna me bûn.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.