Sê wezaret bo karên taybet bi destûrê hatine pîwerdarkirin

vê li gel komîte û fraksyonên nava parlementoyê bicivin.
کوردستان TV
100%

Naveroka civîna civata wezîran

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

îro çarşem 23ê Hezîrana 2021an me gerînendetiya civîna civata wezîran kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîran Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, wezîrê darayî û abûrî Awat Şêx Cenab rûnkirinên zêdetir û pêwîst derbarê hijmar û datayên taybet bi dahat, xeric û kurt anîna nav bûdceya herêma Kurdistanê bo sala 2021an pêşkêş kir.

Piştî giftgûoyeke berfire derbarê wan têbînî û pêşniyarên ku ji aliyê endamên civata wezîran ve hatibûn pêşkêşkirin, biryar hate dayîn daku wezaretên darayî û abûrî, pilandanîn, samanên xwezayî bi hemahengî li gel wezîrê herêmê bo karûbarên parlementoyê, civîneke pêwîst lidar bixin li gel komîteyên têkildar yên parlementoya Kurdistanê( komîteya darayî û karûbarên abûrî, komîteya samanên xwezayî û qanûnî), ji bilî vê jî lazime civîneke din li gel tevahiya firaksiyonên parlementoyê bo zêdetir rûn kirinê û dabîn kirina jihevfêm kirineke hevbeş di navbera hikûmet û parlementoyê de daku proje qanûneke şefaf û giştgîr were amadekirin û piştî pejrandinê jî ji aliyê civata wezîran ve, bo parlementoya Kurdistanê were şandin bo ku dengdan li ser were kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.