Dibêje rojane hijmareke zêde geştên esmanî têne organîzekirin.
Birêveberê giştî yê balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê Ehmed Huşiyar ragihand ku her çend hîn jî metirsiya Koronayê heye lê niha hatûçû li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê normal bûye û rojane hijmareke zêde geştên esmanî bo balefirxaneyê têne organîzekirin.
Ehmed Huşiyar herwiha diyar kir ku çiqas welatên cîhanê deriyên xwe vekin vê ev qas liv û tevgerên bazirganî jî li Kurdistanê zêdetir bibin jiber ku têkiliyên Kurdistanê li gel welatên cîhanê, Ewrûpa û welatên erebî hene.
Nav hatî ev yek diyar kiriye ku lê benda vê yekêne ku asankariyên zêdetir bo organîze kirina geştên esmanî û hatina xelkê bo Kurdistanê were kirin daku liv û tevgerên bazirganî li Kurdistanê zêdetir bibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin