Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

hîn jî nayê zanîn jiber çi hatiye girtin û li kûderê ye.
کوردستان TV
100%

Çarenivîsa wî hîn jî nediyare.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, roja 14ê Hezîranê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê, li bajarê Dîwandere ya li Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî Kurd bi navê Tûrec Hebîbî bêyî nîşandana ti belgeyeke qanûnî binçav kirine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Hengawê diyar kiriye ku rixmî hewldanên berdewam yên malbet û kesûkarên Tûrec Hebîbî, lê hîn jî ti zaniyarî li ser çarenivîsa wî nehatine bidestxistin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.