Duhê êrîşî ser nexweşxaneyekê li Efrînê hatibû kirin.
Piştî ku duhê bişev bi mûşekan êrîşî ser nexwexaneyekê li bajarê Efrînê hate kirin û di encam de 18 kes canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn, Fermandarê giştî yê hêzên HSDê daxuyaniyek weşand.
Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsandiye ku ti tikiliyeke HSDê bi êrîşê re tuneye.
Ebdî dilgiraniya xwe jî ya li hember kuştina welatiyên medenî diyar kiriye û gotiye: Kuştina sivîlan red dikin û hêzên wan ti tikiliyeke xwe bi êrîşê re tuneye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin