Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Belcîkayê hate kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Belcîkayê de, îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgira Serokwezîr û wezîra derve ya Belcîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro pêncşem 10ê Hezîrana 2021an li gel Cîgira Serokwezîr û wezîra derve ya Belcîkayê Sophie Wilmès civiyan.
Di civînê de giftûgo li ser pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Belcîkayê, pêşhatên dawî yên li Îraq û deverê bi giştî, têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî, metirsî û êrîşên terorîstên DIŞIê, rûbirû bûna tundgeriyê û ji nav birina sedemên vê û hewldan bo sepandina aramî li deverê de hate kirin.
Di civînê de rixmî kume spasiya piştîvaniyên Belcîkayê yên di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê kir, me tekez li ser girîngiya berdewam bûna hevkar û hemahengiya Belcîka û civaka cîhanî li gel Îraq û herêma Kurdistanê jî kir.
Me herwiha pêbendiya herêma Kurdistanê ya bi çanda bihevre jiyana aştiyane re diyar kir.
Cîgira Serokwezîr û wezîra derve ya Belcîkayê Sophie Wilmès spasiya hemahengî û kar asaniya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo nuneratiyên dîplomatîkî yên Belcîka yên li Îraq û Sûriyeyê kir û hevsozî û piştîvanî û amade bûna welatê xwe jî bo pere pêdana têkiliyên pir alî li gel herêma Kurdistanê û rûbirû bûna arîşe û astengên ewlekarî û terorê bi giştî diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin