Hefteya derbasbûyî agir tê ber bibû û nêzî 400 konan şewitî bûn.
Qayîmiqamê Şingalê Mehma Xelîl ji basnewsê re ragihandiye ku hewldanên hikûmet û aliyên Kurdistanî yên bo hevkarî kirina penaberên kempa Şariya yaku agir tê berbibû berdewamin û heta niha hem hikûmet û him jî aliyên dilxwaz karîne hevkariyên baş pêşkêşî wan penaberan bikin.
Mehma Xelîl herwiha diyar kiriye ku heta niha hikûmeta fedralî ya Îraqê tiştek bo kempa Şariya nekiriye û ti hevkariyek jî nedaye penaberên kempê.
Nav hatî eşkere kiriye ku her di destpêka êrîşên DIŞIê ve heta niha hikûmeta fedralî ti gavek bo hevkarî kirina penaber û welatiyên Êzidî ne avêtiye û niha jî li hember bûyera şewitîna kempa Şariya bêdenge û ti gavek bi mebesta hevkarî kirina penaberan ne avêtiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin