Li Hindistanê 27 kesan canê xwe ji dest dan

sala 2019an jî nêzî 3 hezar kesan jiber birûskan canê xwe ji dest dabûn.
کوردستان TV
100%

Birûsk li wan daye û canê xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya cîhanî, Berpirsê îdareya afat û karesatan ya navçeya Rojavayê eyaleta Bengalê Javed Ahmed Han diyar kiriye ku li deverê bobelateke gelek mezin heye û baranên bixor dibarin û birûskên metirsîdar lê didin.

Nav hatî diyar kiriye ku di encama birûskan de li Rojavayê eyaletê heta niha 27 cotkar û welatiyên din canê xwe ji dest dane.

Nav hatî ev yek eşkere kiriye ku kesên ku canê xwe ji dest dane, cotkar û ew kesin ku di nava bax û baxçeyan de dibexitin.

Hêjayê gotinê ye ku di sala 2019an de jî li Hindistanê 2 hezar û 900 kesên din jiber lêdana birûskan canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.