Wezîrê Derve yê Brîtanya: Em pabendî parastina Herêma Kurdistanê ne

dibêje em dixwazin Serokê herêmê serdana Londonê bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje em li benda serdana Serokê herêmê bo Brîtanyayê ne.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab li Hewlêrê civiyan û di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe eşkere kirin.

Îro danê sibê li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wezîrê derve yê Brîtanya û şanda pê re kir. Piştî civînê press konferansek hat lidarxistin.

Di destpêkê de Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Me di civîna xwe de behsa çend mijaran kir, ji wan pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Birîtanyayê, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û hewldanên ji bo çareserkirina wan, şerê li dijî terorê û metirsiyên dubare serîhildan û bihêzbûna DIŞI, hilbijartinên dahatî yên Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Em pêwendiyên xwe yên ligel Birîtanyayê bilind dinirxînin û spasiya Brîtanyayê dikin ji ber berdewambûna piştgiriya wê. Pêwendiyên gelê Kurdistanê bi Birîtanyayê re berî 30 salan li çiyayan dest pê kir. Di Nîsana 1991'an de Brîtanya û welatên din ên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî biryara 688 derxistin û Brîtanya û hevpeymanên me yên din roleke a sereke di komkirin û piştgîriya navdewletî ji bo damezirandina herêma aram û li dijefirînê de hebû, ev pêngav jî destpêke nû ji bo Herêma Kurdistanê bû û ji wê demê ve pêwendiyên me di hemû qonaxan de bi Birîtanyayê re berdewam in di şerê li dijî DAIŞ'ê de berfirehtir bû. Spasiya Brîtanya û welatên din ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞI'ê dikin.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê di konferansa rojnamevanî de got: “Armanca serdana min, rengvedana girîng a wan pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtaniya de ye. Em bi wê pêwendiyan dilxweş in. Em wek Birîtanyayê pabend in bi parastina vê Herêmê.”

Dominic Raab got: “Em dibînin ku navçe bi çend awayên cuda rastî astengiyan tê, lê aramî û ewlehî gelek girîng e. Em rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DIŞI'ê de bilind dinirxinin û qurbaniyên ku Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan dane cihê serbilindeyeke mezin e.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê eşkere kir ku me di hevdîtinê xwe de behsa çend mijarên baş kir. Em her du alî xwedî çend berjewendiyên hevbeş in. Aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê yek ji armancên me ye û em pê pabend in. Me guftûgoyên baş di aborî de kirine, em dikarin bi hev re hevahengiyeke baş di vî warî de bikin.”

Li ser rêkxistina hêza Pêşmerge jî got: “Em jî rola xwe di rêxistinkirina hêzên Pêşmerge de dibînin. Em dixwazin hêzeka modern li Herêma Kurdistanê bê dirustkirin. Ez dilxweş im ku Brîtaniya pareyan ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge dabîn dike ku di çend qonaxan de dest pê bûye. Em bi piştevanîkirina li ewlehî û azadîyê li Herêma Kurdistanê pabend in, yek ji wan xalên ku em piştevaniya wê dikin, azadiya ragihandinê ye.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê got: “Em spasiya Herêma Kurdistanê dikin ji bo rola wê ya girîng di pirsa penaberan de û em dixwazin di warên perwerde, tendirustî, xwendina bilind û guhertinên keşûhewayê de hevahengiya me hebe.”

Weke tê zanîn Dominic Raab duhê serdana Bexdayê kiribû û îro jî danê sibê hate Hewlêrê.

Bi destkarî ve ji basnewsê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.