Dibêje mimkune rewşa welat aloz bibe.
Îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê li dor ava kirina hikûmeta nû ya Îsraîlê yaku hikûmeteke hevpeymaniye huşdarî daye û dibêje mimkune li welat alozî û tundûtîjî çê bibe.
Li gor çapemeniya Îsraîlê, îstîxbarata navxweyî ya vê welatî Şîn- Bet hayedarî daye rayedarên welat û ragihandiye ku mimkune jiber guhertinên ku di nava hikûmeta Îsraîlê de çû bûne û herwiha jiber diyar kirine kesek weke Naftali Bennett bo postê Serokwezîriya welat di du salên ewil de dibe sedema zêdetir bûna tundûtîjî û aloziyan li welat û mimkune ku êrîşî ser berpirs û rayedarên Îsraîlî jî were kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin