Parêzgarê Dihukê li gel şandeke hevbeş civiya

vê raportek li ser rewşa deverê amade bike.
کوردستان TV
100%

 

Ev şand ya parlementoya Kurdistan û Îraqê ye.

Îro li Dihukê Parêzgarê Dihukê Elî Teter pêşwaziya şandeke hevbeş ya parlementoya Kurdistan û Îraqê kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa deverên sînorî, êrîş û bordimanên artêşa Tirkiyeyê û êrîşên PKKê hate kirin û her du alî balkêşandine ser rewşa wan welatiyên ku jiber nearamiya rewşa ewlekarî ya deverê gund û malên xwe bicîh hêştine.

Di civînê de herwiha bi berfireyî giftûgo li ser mijara dar qut kirinê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Biryare şanda hevbeş ya parlementoya Kurdistan û Îraqê lêkolîneke meydanê li ser rewşa wan deveran bi taybetî pirsa qut kirina daran û rewşa welatiyên ku neçar bûne malên xwe bicîh bihêlin, bike û pişt re jî raportek li ser vê mijarê amade bike û radestî her du parlementoyên Kurdistan û Îraqê bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.