Çekdarên Îranî welatiyekî Kurd qetil kirin

birayekî wî jî di dema wergirtina cenazeyê de canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Kerecê ya Îranê hatiye kuştin.

Navenda Hengawê ya bo mafên mirovan ragihand ku hêzên çekdar yên rejîma Îranê li bajarê Kerecê gule li ser welatiyekî Kurd xelkê Kirmaşanê reşandine.

Li gor nûçeya Hengawê, hêzên rejîma Îranê bêyî ti agehdar kirinek bi gomana ku welatiyê Kurd madeyên hişber li cem wî ne, gule li ser wî reşandine û demûdest ew welatiyê Kurd yê bi navê Koreş Heyderî canê xwe ji dest daye.

Hengawê herwiha eşkere kiriye ku di dema radest kirina cenazeyî Koreş Heyderî bi malbeta wî re, birayeke din ya wî jî jiber rawestana dilê xwe canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.