Du balefirên bêpîlot hatin xistin

ev du balefir êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed kiribûn.
کوردستان TV
100%


Artêşa Îraqê dibje me xistine erdê.
Artêşa Îraqê daxuyaniyek derbarê êrîşa ser navenda Eyn Esed weşandiye û têde diyar kiriye ku ev her du balefirên bêpîlot yên ku di êrîşa ser navenda leşkerî ya Eyn Esed de beşdar bûne, ji aliyê pergala berevaniya asmanî ya Îraqê ve hatine xistin.
Îro danê sibê du balefirên bêpîlot êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed kiribûn ku, ev navenda han taybete bi hêzên Amerîkî û hêzên hevpeymaniya cîhanî.
Ev navend li nêzî bajarê Romadî ya li parêzgeha Enbarê ya li Rojavayê Îraqê ye.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.