Tundiya erdhejê 5.2 pile bûye.
Li gor çapemeniya Îranê îro danê sibê derdorê seat 9 û 20 deqîqeyan, erdhejek bi tundiya 5.2 pileli ser pîvana rîxter, parêzgeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê hejandiye.
Li gor daxuyaniya navenda erdnigarî ya zanîngeha Tehranê navenda erdhejê bajarê Salih Abad ya ser bi bajarê Mêhran ya li parêzgeha Îlamê bûye.
Erdhej di kûrahiya 9 km di bin erdê de çê bûye.
Heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên canî û madî yên erdhejê de nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin