Du sale qerên xwe nedaye NY.
Netewên Yekgirtî eşkere kiriye ku jiber ku zêdetir ji du salên qerên xwe nedane NY mafê dengdanê yê 5 welatên endam hilweşandiye ku yek ji wan welatan Îrane.
Li hember biryara han ya NY Îran jî bertek nîşan daye û wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kiriye ku jiber dorpêçên Amerîkayê û terora abûrî yaku Amerîka bi ser Îranê dimeşîne, Îran nikare xwarin û vexwarin bo welatiyên xwe dabîn bikin niha çawe karibe qerên xwe bide NY.
Li gor rêzknameya NY lazime Îran bo du salan bi qasî 16 miliyon û 251 hezar dolaran bide NY.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin