Zêdetir ji 172 miliyon kes bi Koronayê ketine

hijmara herî zêde ya berketiyan û miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Nêzî 4 miliyon kesan jî canê xwe ji dest daye.

Li gor amarên dawî yên taybet bi Koronayê yên ku ji aliyê zanîngeha Johns Hopkinsê ve hatine belav kirin heta niha li seraserê cîhanê bi giştî 172 miliyon û 323 hezar û 906 kes bi Koronayê ketine.

Di raporta zanîngehê de hatiye diyarkirin ku hîn jî Amerîka di warê tomar kirina hijmara herî zêde ya berketiyan di rêza yekem deye, Hindistan di rêya duyem û Brazîlya jî di rêza sêyem deye.

Zanîngehê diyar kiriye ku heta niha li seraserê cîhanê bi giştî 3 miliyon û 705 hezar û 325 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.