Serokê Amerîka Joe Biden li Qesira Sipî diyar kir ku di kempeyna karanîna vaksîna vîrusa korona de pêşketin çêbûye.
Joe Biden da zanîn ku 170 mîlyon Amerîkiyan vaksîn karanîne û dîyar kir ku 52 ji sedê gehiştiyan her du dozên vaksînê li xwe dane.
Biden da zanîn ku her ku pirtir vaksîn werin karanîn ewê di têkoşîna dijî pandemiya vîrusa korona de pirtir pêşde herin.
Serok Biden got ku ji 20’ê Rêbendanê vir ve, hejmara rojane ya pêketinên vîrusa korona ji 184,000 hezar daketiye 19,000’î û dîyar kir ku hejmara mirinên bi vîrusa korona jî pirtir ji 85 ji sedê kêmtir bûye.
Wî ser havînê jî mizgîn da Amerîkiyan û dîyar kir ku ew havîn dê ji ya sala borî cudatir be.
Biden got: Ew havîn dê ya azadî, kêf û civîn û pîrozbahîyan be. Piştî zivistaneke dirêj, dê havîneke ku Amerîkî heq dikin be.
Lê, Biden ser payîzê jî hişyarî kir. Biden diyar kir ku ger pirtir vaksîn neyên karanîn ewê rîska nexweşiya vîrusa korona bidome.
Biden da zanîn ku karanîna vaksînê ne kiryareke partîzan e û bi bîr xist ku karên vaksînê hem di rêvebiriya Komarîyan de hem jî di ya Demokratan de hatine meşandin.
Wî bi bîr xist ku ew dixwazin ku heta Roja Serxwebûnê ya 4’ê Tîrmehê 70 ji sedê gel vaksînê li xwe de û da zanîn ku 12 eyaletan ji niha ve ew hedef derbaz kirine.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin