Ev rafîne li başûrê Tehranê ye û hîn jî agir nehatiye temirandin.
Çapemeniya Îranê belav kir ku, îro pêncşem danê sibê, agireke mezin bi rafîneya Tundgûyan ya li Başûrê Tehranê ketiye.
Di encama agir ketinê de çend teqînên mezin jî di nava rafîneyê de çê bûne û kargehên heyî yên li rafîneyê jî hatine şewitîn.
Rayedarên têkildar yên Îranê jî dibêjin heta niha sedema agir berbûnê nehatiye zanîn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin