Siûdiye têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê zêdetir dike

dibêje tevahiya hewlên xwe bo bihêztir kirina têkiliyan bi tevger dike.
کوردستان TV
100%

 

Serokê herêma Kurdistanê li gel Konsulusê Siûdiyeyê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Siûdiyeyê yê li Hewlêrê Mihemed Bin Selman Elesîrî kir.

Di civînê de Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê bo Konsulusê nû yê Siûdiyeyê xwest û amade bûna xwe jî bo piştîvanî kirina kar û çalakiyên wî diyar kir û hêviya vê yekê jî xwest ku têkiliyên navbera Îraq, Kurdistan û Siûdiyeyê de werin bihêztir kirin.

Her di heman civînê de Konsulusê nû yê Siûdiyeyê jî kêfxweşiya xwe ya li hember pîwerdar kirina wî weke Konsulusê Siûdî diyar kir û ragihand ku tevahiya hewlên xwe bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Siûdiyeyê bi tevger dike.

Di beşeke din ya civîna han de rewşa deverê, rewşa Îraq û Kurdistanê û têkiliyên Kurdistanê yên li gel welatên derdor hatin nirxandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.