Şandeke Holendî serdana wezareta pêşmerge kir.
Îro şandeke Konsulusxaneya Holendayê ya li Hewlêrê li gel Şêwirmendên leşkerî yên Holendî yên li Kurdistanê serdana wezareta pêşmerge kirin.
Di civînê de her du alî behsa reformên nava wezareta pêşmerge, metirsiyên DIŞIê û çend mijarên din kirin.
Her di heman civînê de behsa rola hêzên Holendî yên di nava hevpeymaniya cîhanî de hate kirin û her du alî balkêşandine ser hevkarî û hemahengiyên leşkerî yên di navbera hêzên pêşmerge û hêzên leşkerî yên Holendî de.
Şanda Holendî tekez li ser vê yekê kir ku Holenda û artêşa vê welatî li ser domandina hevkarî û hemahengiyên xwe yên li gel hêzên pêşmerge bi taybetî di warê perwerde kirina hêzên pêşmerge û şêwirmendiyê de berdewam dibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin