Çekdarên rejîma Îranê bi awayeke raste rast êrîşî wan kirine.
Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, tenê di meha Gulana 2021an de li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 17 Kolberên Kurd bûne qurbanî.
Hengawê diyar kiriye ku di meha Gulanê de li ser sînorên Başûr û Rohilat û Rohilat û Bakûrê Kurdistanê de di encama êrîşên raste rast ya çekdarên rejîma Îranê 4 Kolberên Kurd canê xwe ji dest dane û 13 Kolberên din jî birîndar bûne.
Çavkaniyê behsa vê yekê kiriye ku hijmara herî zêde ya kuştî û birîndarên Kolberan li deverên sînorî yên parêzgeha Kirmaşanê bûye û li parêzgeha Urmiyeyê jî 10 Kolber bi heman awayî hatine birîndarkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin