Sedî 40 kêşeyên wan têne çareserkirin.
Piştî biryara hikûmeta Kurdistanê ya bo rêpêdana çê kirina xaniyên nû û herwiha gehandina xizmetgozariyan bo çend cîhên ku erd bo çê kirina xaniyan hatiye dabeşkirin, tê gotin ku ev biryara han bandoreke baş li ser rewşa kirêciyên li Hewlêrê dike.
Li ser vê mijarê Serokê koma Kirêciyên Kurdistanê Goran Ewnî, niha jiber hebûna hijmareke zêde ya welatiyên deverên din yên Îraqê li Hewlêrê, rewa kirêciyên li Hewlêrê aloze, û buhayê kirêyên xaniyan sedî 20 zêde bûye.
Goran Ewnî ragihand ku li gor biryara hikûmetê vê li hin taxên Hewlêrê nêzî 150 hezar xaniyên nû werin çêkirin û ev yek jî bandoreke gelek baş li ser rewşa kirêciyên li Hewlêrê dike.
Nav hatî eşkere kiriye ku beşeke herî zêde ya kirêciyên Hewlêrê xwedan erdin lê jiber ku heta niha rê nedihat dayîn ku bo xwe xanî çê bikin di nava kirê de diman û ev biryara hikûmetê dibe sedem ku beşeke zêde ji kirêciyên li Hewlêrê bibin xwedan xaniyên xwe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin