Siûdiye dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Siûdiyeyê yê li Hewlêrê kir û pişt re jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro sêşem 1ê Hezîrana 2021an me pêşwaziya Konsulusê nû yê giştî yê şahnişîna Erebistana Siûdî yê li herêma Kurdistanê Mihemed bin Silêman Elesîrî kir.
Di civînê de rixmî ku me jiber destbikar bûna wî weke Konsulusê nû yê Siûdiyeyê pîrozbayî li nav hatî kir, hêviya vê yekê jî xwest ku têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî di tevahiya waran de pêşde biçin.
Konsulusê giştî yê nû yê Siûdiyeyê jî silav û rêzên Şah Selman bin Ebdulezîz û Cîhnişîn Mîr Mihemed bin Selman gehande me û xwestek û amadebûna welatê xwe jî bo pere pêdana têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî û hêlbirînê de anî ziman.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin