Serok Barzanî li gel şandeke tevgera Sedir civiya

behsa metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê kirin.
کوردستان TV
100%

 

Giftûgo li ser têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke tevgera Sedir ya bi Serokatiya karûbarên siyasî ya vê tevgerê Nisar Robeyî kir.

Di civînê de her du alî giftûgo li ser rewş û pêşhatên Îraqê, metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û balkêşandine ser hilbijartinên pêş yên Îraqê û bendevariyên xelkê ji qonaxên pêş.

Her di civînê de her du alî ev yek anîn ziman ku hebûna pir rengî û pêkhateyên cuda li Îraqê ne jiber biryara siyasiye belku, rîşeya wan di dîrokê de heye lewre lazime li ser esasê rêzgirtin ji hevbeşî û ava kirina baweriyê di navbera pêkhateyan û aliyan de hewl bo destpê kirina qonaxeke cuda bo prosesa siyasiya Îraqê were dayîn.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime bi sûd wergirtin ji ezmûna derbasbûyî, lazime di qonaxên pêş de erk û mafên her aliyekî rûn û hevseng bin û bernameya serekî ya aliyên siyasî jî dabîn kirina xizmetgozariyên baş bo welatiyan be. Di dawiya civînê de her du alî li ser domandina têkiliyên du alî û zêdetir kirina hemahengiya navbera xwe de bo ser rast kirina prosesa siyasiya Îraqê hemfikir bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.