Cîhadiyên Tirkiyeyê li Efrînê 7 welatiyên din revandin

bo azad kirina wan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.
کوردستان TV
100%

Prosesa guhertina demografiya Efrînê didome.

Piştî dagîr kirina bajarê Efrînê ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve, prosesa guhertina demografiya vê bajarê destpê kiriye û hîn jî berdewame.

Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê rixmî domandina prosesa guhertina demografiya Efrînê, zextên xwe yên li dijî welatiyên Kurd jî didomînin.

Di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Efrînê ragihand ku roja 29ê Gulaên cihadiyên Tirkiyeyê li gundê Basûtê ya Efrînê 7 welatiyên Kurd bi hinceta ku têkiliyên wan li gel îdareya rêveberiya xweser hebûne, revandine û bo azad kirina wan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.