Jiber gendeliyê fermana girtina wan hatiye dayîn.
Komîteya destpakiyê ya Îraqê ragihand ku di çarçoveya karên komîteyê de yên bo rûbirû bûna gendeliyê de, tenê di nava mehekê de 53 fermanên girtinê bo berpirsên Îraqê hatine dayîn.
Di daxuyaniya komîteyê de hatiye eşkere kirin ku ev berpirsên Îraqî yên ku di nava dezgeh û fermangehên curbicur yên hikûmetê de kar dikin, destê wan di nava gendeliyê de heye lewre fermana girtinê û lêpirsîn kirinê ji wan hatiye derxistin.
Hate zanîn ku piraniya wan kesên ku fermana girtina wan hatiye dayîn endamên civata parêzgehên Îraqê ne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin