Bi qasî 3 miliyon dolar çek û cebelxane dane artêşa Îraqê.
Di çarçoveya bernameya hevpeymaniya cîhanî ya bo hevkarî kirina artêşa Îraqê de, di rojên derbasbûyî de hevpeymaniya cîhanî bi qasî 3 miliyon dolar kerestên leşkerî radestî artêşa Îraqê kir.
Her di heman çarçoveyê de hevkariya herî zêde bo hêzên antî terorê bûye ku bi qasî 2 miliyon û 400 hezar dolar çek û cebelxane ji antî terorê re hatiye dayîn.
Weke tê zanîn prosesa hevkarî kirina artêşa Îraqê di sala 2014an de li ge prosesa perwerde kirina arêşa Îraqê despê kiriye û heta niha bi dehan car hevpeymaniya cîhanî hevkariya artêşa Îraqê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin