Hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 640 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 233 kese û li Dihukê jî 223 kes bi Koronayê ketine.
Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 650 berketiyên berê baş bûne û 6 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin