Serok Barzanî li gel balyozê Gorcistanê civiya

Gorcistan jî Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vedike.
کوردستان TV
100%

Gorcistan jî dixwaze Konsulgeriya xwe li Hewlêrê veke.

Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Gorcistanê yê li Bexdayê Zaza Kandelaki kir.

Di civînê de balyozê Gorcistanê yê li Bexdayê Zaza Kandelaki rêzdariya xwe ya li hember têkoşîn û dîroka Serok Barzanî û têkoşîna û gurbanîdana gelê Kurdistanê bo azadiyê diyar kir û ragihand ku welatê wî dixwaze têkiliyên xwe bi taybetî di warê dîplomatîkî, abûrî û bazirganî de li gel herêma Kurdistanê berfiretir bike û ragihand ku dixwazin Konsulusxaneya welatê xwe ya li Hewlêrê vekin.

Serok Barzanî jî kêfxweşiya xwe ya li hember têkiliyên navbera Kurdistan û Gorcistanê diyar kir û hêvî xwest ku peywendiyên han di her warî de werin bihêztirkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.