Behsa pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel parêzgarê Besreyê civiya û piştî civînê jî li Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 31ê Gulana 2021an me pêşwaziya Parêzgarê Besreyê Esed Eleydanî kir.
Di civînê de ku Parlementerê parlementoya Îraqê Aras Hebîb Kerîm jî têde bedşar bû, Parêzgarê Besreyê behsa vê yekê kir ku, bo avedan kirin û pêşkêş kirina ximzetgozariyan gelek fêde ji ezmûna herêma Kurdistanê wer girtine û got: Ev gotinên ku dibêjin herêma Kurdistanê li ser hesabê Besre û parêzgehên din yên Îraqê pêşketiye ne rastin.
Parêzgarê Besreyê di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta Îraqê fedraliye ne hikûmeteke navendiye lewre lazime herêma Kurdistanê û parêzgehên din yên Îraqê bi awayeke rastîn beşdar bin di desthilat û biryar danê de û nabe Îraq bi awayeke navendî were îdarekirin.
Di berdewamiya civînê de me jî amadebûna herêma Kurdistanê ya bo pêşkêş kirina her cure hevkariyekê li gel Parêzgeha Besre û Parêzgehên din yên Îraqê diyar kir û ev yek jî anî ziman ku Îraq di warê samanên însanî û xwezayî de welateke zengîne û eger desthilat û birêvebirineke baş hebe, derfeta vê yekê heye ku bibe yek ji welatên pêşkeftî yên li deverê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin