Di civînê de behsa rewşa siyasiya Îraqê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Besreyê Esed Eydanî kir.
Di civînê de Serok Barzanî û Esed Eydanî behsa rewşa siyasî ya Îraqê û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hate kirin û her du alî rewşa Parêzgeha Besreyê nirxandin.
Di berdewamiya civînê de Parêzgarê Besreyê rêzdariya xwe ya li hember pêşkeftin û xizmetgozariyên heyî yên li Kurdistanê diyar kir û xwesteke xwe y abo fêde wergirtin ji ezmûna herêma Kurdistanê diyar kir.
Di berdewamiya civînê de tekez li ser parastina çanda bihevre jiyanê û têkiliyên dîrokî yên di navbera herêma Kurdistanê, Besre û Başûrê Îraqê hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin