Partiyên Îsraîlê danûstandinên bo avakirinê hikûmetê didomînin

netanyahu dibêje ev hevpeymaniya han Îsraîlê lawaz dike.
کوردستان TV
100%

Partiyên Îsraîlê, li dû agirbesta li herêmê danûstandinên bo avakirina hikûmetê didomînin.

Serokê Partiya Yamina Naftali Bennet, ku neteweperestekî tundrê ye, dîyar kir ku ewê bi Serokê Partiya Yesh Atid Yair Lapid re, ku li navendê disekinin, danûstandinan bikin.

Lapid dikare heta roja Çarşemê koalîsyonê damezirîne. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku lihevkirina her du partiyan dê Îsraîlê lawaz bike.

Netanyahu di hilbijartinên meha Adarê de piranîya parlamanê bi dest nexistibû.

Naftali Bennett biryara xwe ya ser koalîsyonê ji televîzyonê ragihand. Bennett dîyar kir ku ew dê bo bi Lapid re hikûmetê ava bikin çi ji dest wan were bikin.

Benjamin Netanyahu, Bennett bi sextekarîyê tawabar kir. Partiya Lapid, di hilbijartinan de li dû Likud ya Netanyahu di rêza duduyan de hatibû.

Parlamana Îsraîlê bi 120 kursî ye û 6 ji wan di destê Bennettê de ne ku rikeberiya welêt dikare bi wê re piraniyê bi dest xe.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.