Dixwestin bavêjin çeperên hêzên pêşmerge.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li Kerkûkê ragihand ku îro danê sibê li Kerkûkê dest bi ser 5 mûşekên amadekirî bo teqandinê hatiye girtin.
Li gor gotinên Peyamnêrê me, ev mûşekên han di navbera gundên Dareman û Hesar yên li Kerkûkê hatine amadekirin û xwestine wan mûşekan bavêjin çeperên hêzên pêşmerge.
Herwiha jêdereke ewlekarî ji Kerkûkê jî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike ji Kurdistantv re ragihand ku ev mûşekên han bo avêtinê bo çeperên hêzên pêşmerge yên li Pirdê hatine amadekirin lê beriya ku werin teqandin, aliyên têkildar dest danîne ser wan mûşekan.
Ev mûşekên han ji cureya Grad ku dûravêje bûne.
Heta niha nayê zanîn ka gelo çi kom anjî çi aliyek ev mûşekên han amade kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin