Vê azadiya medyayê were parastin.
Beriya niha bi mebesta serrast kirin û çavdêrî kirina medyaya sosyal proje qanûnek hatibû amadekirin lê ev proje qanûna han rastî gelek rexneyan hat, lewre komîteya rewşenbîrî ya parlementoyê dîsa dest bi ser rast kirin û amade kirina proje qanûneke nû bo medyaya sosyal kir.
Armanc ji amade kirina proje qanûna han parastina azadiya medya, danîna sînorek bo tawanbar kirin û birêzî kirin bi kesên dine.
Di proje qanûnê de mafên bikarberên medyaya sosyal û azadiyên wan parastîne, lê ev kesên ku bêyî belge, kesên din tawanbar dikin, bêrêzî bi kesên din dikin, tiştên nerast belav dikin vê werin darizandin.
Komîteya rewşenbîriya parlementoyê eşkere kiriye ku qanûna rojnamegeriyê jiber berfire bûna medyayê, têrê medyaya sosyal nake lewre bo medyaya sosyal proje qanûneke nû tê amadekirin û armanc ji proje qanûna han parastina azadî û hurmeta bikarberên medyaya sosyale.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin