Hijmara herî zêde li Silêmanî hatiye tomarkirin.
Wezareta tendirostî ya Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên tayber bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 592 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 308 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 645 berketiyên berê jî baş bûne û 3 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin